Li Madrîdê Îmad Ehmed digel sekreterê dewletê bo karûbarên derve yê Îspaniyayê civiya

Li Madrîdê paytexta Îspaniyayê, duhî 03.04.2013ê, li avahiya wezareta derve ya Îspaniyayê Gunsalo de Bînîto sekreterê dewletê bo karûbarên derve yê Îspaniyayê pêşwazî li Îmad Ehmed cîgirê serokwezîrê Kurdistanê û şandeya pê re kir û di civînekê de hijmareke pirsên giring yên girêdayî têkeliyên navbera Madrîd û Hewlêrê hatin nirxandin.
Di civînê de, sekreterê dewletê bo karûbarên derve yê Îspaniyayê serdana şandeya herêma Kurdistanê a bi serokatiya Îmad Ehmed cîgirê serokwezîrê Kurdistanê bo Îspaniyayê bilind nirxand û got ku, di nava 25 salan de ev yekem serdana fermî ye li ser astê Îraq û herêma Kurdistanê bo Îspaniyayê tê encam dan.
Îmad Ehmed li ser navê serokwezîrê Kurdistanê sipasiya hikûmeta îspanî kir ku, ew bi fermî vexwandin bo Madrîdê û got ku, Îspaniya dikare di gelek waran de rola xwe li Îraq û herêma Kurdistanê bibîne û tecrûbeya federaliya Îspaniyayê di gelek waran de dikare bibe miînakek bo Îraq û Kurdistanê.
Cîgirê serokwezîrê Kurdistanê di axavtinekê de behsa rewşa siaysiya Îraq û Kurdistanê kir û got ku, piştî jinavçûna diktatoriyê li Îraqê qonaxeke nu destpêkiriye û tevî hebûna pirsgirêk û nakokiyan jî, di warê siyasî û aborî de pêşkeftinên baş çêbûne û di vî warî de herêma Kurdistanê mînakeke serkeftîye li Îraqê bi taybet ku rewşa emnî û geşepêdana aborî di pêşveçûna berdewam de ye.
Ehmed got jî ku hijmareke mezin ya kompaniyên biyanî li herêma Kurdistanê di warên cihê de kar dikin û Îspaniya jî dikare di pirosesa avadankirina Îraq û herêma Kurdistanê de roleke mezin bilîze.
Îmad Ehmed bi navê herêma Kurdistanê daxwaz ji hikûmeta îspanyayî kir ku, li navxwe û li ser astê Yekêtiya Ewropa ji bona bijênosîdanaskirina karesatên kîmiyabaran û enfalan alîkariya herêma Kurdidstanê bike.
Wezîrê pilandananê, wezîrê avadankirinê, sekreterê konseya aborî, cîgirê serokê dîwana civata wezîran û nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê yê Îspaniyayê hevrê digel Îmad Ehmed beşdarî kar û çalakiyên şandeya herêma Kurdistanê bûn





