26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bi dehan mamosta û xwendevanên Kurd ji Êranê revyane

Çavkanî: KDP.info

Rojhelatê Kurdistanê-KDP.info/ Jêderekî ji rojhelatê Kurdistanê bo rojnameya Evro diyar kir ku piştî operasiyonên li ser rojnamevanên Kurd hate kirin, niha jî li zankoyên bajarên Kurdan li rojhelatê Kurdistanê givaştineka mezin li ser mamosta û xwendevanên Kurd heye û heta niha bi dehan xwendevan hatine girtin û got: " Ji ber wê yekê jî demê saziya hewalgêriya Êranê daxwaza hevdîtinê li gel mamosta yan xwendevanekî bike ew dizanin dê bên bin çav kirin û ji ber wê yekê jî bi dizî ji Êranê direvin."

 

Heman jêder ew yek jî diyar kir ku rêjeya girtin û reva xwendevan û mamostayan li rojhelatê Kurdistanê li hefteya burî gelek zêde bûye û gelek ji wan niha li welatê Turkiye akincî bûyne û dixwazin biçine welatekî dî û got: " Niha li rojhelatê Kurdistanê heweka ne asayî heye û binçavkirina mamosta û xwendevanên Kurd rojane berdewam dike û çu kesek hest bi aramiyê nake û heke wesa berdewam be dê arîşeyên mezintir jî çêbin

Nûçeyên têkildar