26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Şam di bin Bombebaran kirinê de ye

Çavkanî: KDP.info

Sûriyê-KDP.info/ Çalakvanên Sûrî radigihînin ku hêzên hikûmetê êrîşeke giran û bombebarankirineke asmanî li ser Şama paytext û derdora wê destpê kiriye.

Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan dibêje, hêzên hikûmetê taxên Jober, Berzê û Qabûn li bakurê Şamê bombe kiriye,
" êrîşeke asmanî ji alîyê hikûmetê ve li ser devera Mileyha ji derveyî paytextê pêk hatîbû."

Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan herwiha ragihand ku hikûmeta Beşar Esed êrîş biriye ser deverên li jêr destê serhildayan li bajarê Humsê yê naverasta Sûrîyê û bajarê Helebê yê bakurê Sûrîyê.

Nûçeyên têkildar