26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Peyama gelê Kurdistanê hertim peyama aşitî û avakirina têkeliyên saxleme digel civaka navdewletî ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, îro li bajarê Hewlêrê, digel Mihemed Enwerzî sefîrê Afganistanê yê Îraqê civiya.

 Di civînê de, sefîrê Afganistanê behsa serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê kir û ji bo wê pêşwaziya bi germî lê hatiye kirin, sipasiya berpirsê têkeliyên derve kir û got:

 - Ez yek ji wan kesan im ku gelek bi dîroka gelê kurd sersam im. Em hatine vir daku zêdetir dîrok û rewşa herêma Kurdistanê ya di warên cihê de nas bikin û dest bi avakirin têkeliyên navbera herêma Kurdistan û Afganistanê bikin. Herêma Kurdistanê ji hemû deverên din yên Îraqê aramtir e.

 

Ji aliyê xwe ve berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê berhsa kultur û siayseta herêma Kurdistanê kir û got:


- Peyama gelê Kurdistanê hertim peyama aşitî, pêkvejiyan û avakirina têkeliyên saxleme digel civaka navdewletî ye.

 

Mistefa behsa rola kurdan di avakirina Îraqê nû de kir û kirîza siyasiya Îraqê û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê ji sefîrê Afganistanê re zelal kirin û got ku, divê hemû piroblem li gor destûrê û rêkeftinên di navbera aliyên siaysiyên îraqî de hatine îmzakirin bên çareser kirin û şirîkatiya rasteqîne di birêvebirina welêt de esasê çareserkirina hemû pirsgirêkan e.

Nûçeyên têkildar