Kişanak: Divê parlamento berpirsyarî û biryara aştiyê werbigire

Bakûrê Kurdistanê-KDP.info/ Hevseroka Giştî ya BDP-ê Gultan Kişanak, geşedanên pêvajoyê nirxandin û xwest ji bo ev pêvajo bi erênî ber bi aştiyê biçe daxwaz kir parlamento biryara aştiyê werbigire û got: "Divê pêvajoyê de ku beşên civakê berpirsiyariya xwe bicih tînin, lê tenê hikûmet berpirsiyariya xwe bicih nayîne.”
Kişanak, diyar kir ku ew bi fikar pêvajoyê dişopinin û wiha axifî: "Em li vir bang li hemû gelê Tirkiyê û gelê xwe dikin û dibêjin. Em li vir xwedî kijan agahî bin, hûn jî xwedî heman agahî ne. Em dixwazin ev pêvajo zelal û aşkere birêve biçe û pêş bikeve. Em niha di rêwîtiyeke di nava demê dene. Ev rêwîtî hatiye destpêkirin. Ger her kes tevlî vê rêwîtiyê bibe û xwe tevlî vê pêvajoyê bikin û daxwazên xwe bînin ziman wê demê dê li gorî daxwaza me tevan bi encam bibe. Ji bo em bigihin rawestgeheke erênî divê her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê."
Kişanak, detnîşan kir ku tiştên bingehîn ên aştiyê pêş bixe edalet e û bang li nûnerên saziyên sivîl ên civakî, sendîka û rêxistinên demokratîk û aktîvîstên civakî, hiqûqas, zanyar û akademîsyenan kir û xwest di nava vê heyetê de cih bigirin. Herwiha xwest nûnertiya jinê bi îradeyeke xurt tevlîvê heyetê bibe. Kişanak, da zanîn ku ji bo çareseriya demokratîk û aştiyeke mayinde divê bi tevlîbûnek mezin jin di nava heyetê de cih bigirin.




