Kuçberbûna ji Rojavayê Kurdistanê hate qedexekirin

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info/ Hejmara penaberên kurd yên rojavayê Kurdistanê ku hatine herêma Kurdistanê gehiştî ye nêzîkî 100 hizar kesan û ew yek metirsiyeka mezin li ser rewşa siyasî û dîmografiya rojavayê dirust kirî ye û bo wê yekê jî desteya bilinda kurd bi daxûyaniyekê fermî koçberbûna her core bo herêma Kurdistanê qedexe kir û ji hêzên parastina gel û asayşa rojavayê Kurdistanê xwast ku koçberiyê rawesitînin.
Endamekê rêveberiya asayşa bajêrê Dêrikê di daxûyaniyekê da ragehand ku fermana desteya bilinda rojavayê Kurdistanê gehiştî ye rêveberiya wan û hêzên parastina sinur da koçberiyê bidene rawestandin û got: " Ji evro pêve bê belgeya fermî ya desteya bilinda kurd û rêveberiya asayşê rê nahête dan ku welatiyên rojava ber bi herêma Kurdistanê ve biçin ji ber belgeyên resmî li ber dest da hene ku hindek hêzên der ve bi zanebûn dixwazin gelê kurd han biden ku gund û bajêrên xwe vala bikin û biçine herêma Kurdistanê û ew yek hem bo herêma Kurdistanê xirabe û hem jî bo paşeroja azad ya rojavayê Kurdistanê metirsiyeka gelek mezine û çi dibe bila bibe lê heta fermaneka dî ya desteya bilinda kurd em rêkê nadeyn çi welatiyekê kurd ji rojava bo herêma Kurdistanê biçe û bibe penaber û welatê xwe çol bike."
Çavdêrekê siyasî li bajêrê Qamişlo ragehand ku hindek aliyên ku bi sopayê azad û dewleta turikiya ra kar dikin li dûv pilaneka darêtî mal bi mal digerin ji wan dixwazin ku rojavayê Kurdistanê vala bikin û gefa wê yekê dikin ku dê rijêm beriya hilweşîna xwe çekên kîmiyawî li dijî deverên kurdan bikar bihîne û got: "Li dûv pêzanînên destê me da hejmarek kesên ku propgendeya koçberiyê dikin û xelkê han didin ku ji rojava derkevin û biçine herêma Kurdistanê ji aliyê welatiyan ve hatine desteser kirin û radesitî asayşê kirîne. Bi rastî pilaneka gelek metirsîdare û berdewamiya siyaseta erebkirina deverên rojavayê Kurdistanêye û bo wê çendê jî biriyara desteya bilind ya qedexekirina penaberiyê biriyareka gelek raste û li dûv hizra min pêdivî bû zûtir biriyareka wesa bihata wergirtin û niha erkê ser milê hêzên êmnahiyên rojavayê Kurdistanêye ku pêrabûnên pêdivî bo nehêlana diyarda reva ji welat werbigirin."
Ji aliyê dî desteya bilinda kurd ragehand ku her çende hindek zorî û zehmetî hene lê niha rewşa rojavayê Kurdistanê başe û roj bi roj jî baştir dibe û ewê bi hemû hêz û îmkanên xwe ve hizra penaberiyê û pilanên valakirina axa rojavayê Kurdistanê puç bikin û bo azadiya gelê kurd pênigavên mezintir bihavêjin û ji hemu aliyan xwast ku hevkariya desteya bilinda kurd bikin da ku destkevtên gel bihêne mezinkirin û parastin




