26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşangeha Navdewletiya Kitêban li Hewlêrê vekir

Çavkanî: KDP.info

Duhî sêşem 02/04/2013 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê heştemîn pêşangeha navdewletiya Kitêbên Dezgeha Meda li pêşangeha Navdewletiya li paytext vekir.

Li vê rêwresmê da ku Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Serokê Desteya Siyasiya Rewta Sedir û hejmarek ji wezîr û berpirsên hizbî û hikûmî yên Kurdistan û Iraqê û hejmareke zêdeyê nivîskar û rojnamevanên Kurd û Ereb û biyanî amade bûn, Serokê Herêma Kurdistanê beşên vê pêşangehê vekir û agahdarî nûtirîn berhemên wan weşanxane û dezgehan bû ku ji bo pêşandanê hatine Kurdistanê.

Ev pêşangeh salan li paytexta Hewlêr ji aliyê Dezgeha Meda ya rewşenbîrî û hunerî bi hevkariya li gel Wezareta Rewşenbîriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê saz kirin û îsal jî 300 Dezgehên navdar ji 17 dewletan ve bi 1 milyon û nîv navnîşanan ve têda beşdarin û ev pêşangeh nêzîkî 10 roj berdewam dibê.

Nûçeyên têkildar