26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wezareta Samanên Sirşûtî Red Dike Şandina Berhemên Neftî bo Parêzgeha Mûsilê Neqanûnî Be

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr – Taybet bi kdp.info / Wezareta nefta hikûmeta Iraqê girêbesta navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û parêzgeha Mûsilê ya bo nardina berhemên neftî bo evê parêzgehê bi neqanûnî wesif dike û di hember de jî şêwirmendekî wezareta samanên sirûştîyê herêma Kurdistanê red dike ku ev girêbest neqanûnî be û dibêje:´´eve bazirganîyeke navxweyî ye nek îmzakirina girêbest li gel kompaniyayeke biyanî

Dr. Elî Belo şêwirmednê wezareta samanên sirûştîyê hikûmeta herêma Kurdistanê ji kdp.info re ragihand:´´nardina berhemên neftî bo parzêgeha Mûsilê asayî ye, çimku eve bazirganîyeke navxweyî ye her wek çawan kalayek (tiştek) ji bazara bajarekê bo bazara bajaekê din ve bibey, ji ber wê jî bi hîç awayekê neqanûnî nîne.´´

Elî Belo wiha jî got: eve girêbest nîne li gel welateke biyanî heta ku bêjin neqanûnî ye, belku eve kompaniyayeke parêzgeha Mûsilê ye li gel kompaniyayeke herêmê rêkevtine ji bo ku pêdawîstîyên navxweyî dabîn bike.´´

 

Balo herwisa ragihand:´´ hikûmeta Iraqê bi şaşî li evê têgihîjtiye, çimku di destûra Iraqê de bazar azade û beşek ji bazara azad mafê bazurganîyê heye, lewre herêm di navbera herêm yan parêzgeh li gel parêzgeh, belê bi mercekê tiştê xirab bo hev hinarde nekin.´´

Nûçeyên têkildar