Hikûmeta Iraqê Sibe Gilîyê li Ser Qanûna Diyarkirina Maweya Serokatîyên Iraqê Tomar Dike

Iraq – kdp.info / Şêwirmendê qanûnîyê encûmena wezîrên Iraqê radigihîne, ku hikûmet di dadgeha federalî de tane li qanûna diyarkirina maweya serokatîkirina her sê serokatîyên Iraqê dide.
Muhemed Cewad şêwirmendê qanûnîyê encûmena wezîrên Iraqa federal di bêjedanekê de bo navenda nûçeya tora ragihandina Iarqê ragihand:´´ sekreterê giştîyê encûmena wezîran, bi egerê nadestûrîbûna qanûnê ku ji alîyê parlemanê ve hate derkirin, bi fermî sibe çarşembe tane li qanûna diyarkirina maweya serokatîya her sê serokatîyên Iraqê di dadgeha federal de dide.´´
Muhemd Cewad amaje bi ewê çendê jî da, ku ´´ biryardan li ser qanûna pêşniyarkirîya diyarkirina maweya sê serokatîyan nadestûrî bû û her ji berê wê ew çaverê dikin ku dadgeha federal bersiva tane(rexne, gilî)ya hikûmetê li ser evê qanûnê bide ku bi ser serokê encûmena wezîran de cîbicî nabe.´´




