Barzanî û Ehmed Dawudoglu tekezî li pêwendiyên di warê aborî, enerjî û petrolê de kirin

Nêçîrvan Barzanî serokê hukûmeta herêma Kurdistanê û şandeya pê re jî pişikdarîya kar û xebatên Aborî ya Cîhanî li Stenbolê de kir.
Di çarçoveyê pişikdarîkirina çalakiyên Foruma Aborî ya Cîhanî li Stenbolê, duhî piştî nîvro, Nêçîrvan Barzanî serokê hukûmeta herêma Kurdistanê digel Ehmed Dawudoglu wezîrê derve yê Tirkiyeyê kombûnek saz kir.
Di kombûnê de, serokê hukûmeta herêma Kurdistanê û wezîrê derve yê Tirkiyeyê tekîd li ser pêşdebirina têkeliyên Tirkiye û Kurdistanê kir û her du aliyan bi taybetî tekîd li ser hevkarî, hevahengî û pêwendiyên di warê aborî, enerjî û neftê de kir.
Di kombûnê de ku, Fereydon Sînîrlîoglu cîgirê wezîrê derve yê Tirkiyeyê, berpirsê dosyeya Rojhilata Navîn û Îraqê, Aştî Hewramî wezîrê samanên xwezayê yê Kurdistanê, Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûnmeta herêma Kurdistanê amade bûn, kirîza siyasiya Îraqê û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û pêhatên Rojhilata Navîm hatin minaqeşe kirin.
Duhî êvarê jî serokê hukûmeta herêma Tirkiyeyê Erdogan dê resepsyoneke ji bo brprisên hemû heyetên beşdar di Foruma Aborî ya Cîhanî li Stenbolê de kîr, amade bike û serokê hukûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî dê beşdariyê bike.
Weke tê zanîn di Foruma Aborî ya Cîhanî li Stenbolê de duhî Receb Teyîb Erdogan, serokê Flestînê û serokê Tunisê gotar pêşkeş kirin.




