26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Cemîl Çîçek: Dema Guncaw bo Amadekirina Destûra Nû ji Dest Me Çû

Çavkanî: KDP.info

Tirkiye – kdp.info / Serokê parlemana Tirkiyeyê Cemîl Çîçek di bêjedaneke taybetî de bo ajansa Anadol a Tirkiyeyê basa kar û çalakîyên komîteya amadekirina destûra nû ya Tirkiyeyê kiirye û gotiye:´´ komîteya amadekirina destûra nû ya Tirkiyeyê bi egerê çendîn giriftên corbicor ve nekarîye li gor pêywîst erkên xwe cîbicî bike.

 

Cemîl Çîçek di beşeke din a bêjedana xwe de amaje bi ewê kiriye ku:´´maweya bihorî baştirîn û guncawtirîn dem û derfet bûye bo amadekirina destûra nû ya Tirkiyeyê, belê ew dem û derfeta guncaw ji destê me çû û me nekarî li gor pêywîst sûdê jê werbigrîn.´´

 

Serokê parlemana Tirkiyeyê tekezî li ser ewê çendê jî kiriye, ku bi egerê nêzîkbûna dema hilbijartinan, endamên komîteyê (komîteya amadekirina destûr) berbilaw bûne û her ji ber wê jî, bi ewê corê ku pêştir wan pilan bo danîbû, ew nikarin di dema diyarkirî de destûra nû ya Tirkiyeyê amade bikin.

Nûçeyên têkildar