26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Parlemanterekî Eliraqiye: Hevpeymanîya Niştîmanî Berpirsê Yekemê Arîşeyane

Çavkanî: KDP.info

Bexdad – El-Exbariye – kdp.info / Parlemantereke fraksiyona Iraqiye tekez kiriye, ku Hevpeymanîya Niştîmanî berpirsê yekeme li hember cîbicînekirina daxwazên xwepêşanderan, çimku beşeke mezinê endamên parlemanê li xwe digre.

 

Samir Elwanî parlementerê fraksiyona Eliraqiye di bêjedaneke taybetî de ji ajansa El-Exbariye re ragihand:´´ hikûmet dikare bi rêya cîbicîkirina daxwazên xwepêşanderan arîşeyan çareser bike, heger bihê û arîşeyan çareser bike, ewa hingê prosesa siyasî pêngavên baş dihavêje.´´

 

Navhatî herwisa got:´´Hevpeymanîya Niştîmanî berpirsê yekeme li hember cîbicînekirina daxwazên xwepêşanderan, çimku beşeke mezinê endamên parlemanê pêk dihîne. Herwiha serokatîya wezîran û çendîn postên wezarî jî heye û her ji ber ewê çendê gerek bîr ji ewê erka xwe bike.´´

Nûçeyên têkildar