26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Egera Serdana Şanda Hevpeymanîya Niştîmanî bo Hewlêrê Hate Biderewxistin

Çavkanî: KDP.info

Iraq – kdp.info / Pevdarê Hevpeymanîya Kurdistanî Mueyed Teyib nûçeyên taybet bi serdana şandeke Hevpeymanîya Niştîmanî bo guftûgokirin di bareya çareserkirina arîşeyên navbera herêma Kurdistanê û Bexdadê bo Hewlêrê red dike.

Mueyed teyib ji rojnameya ŞerqulEwset re ragihandiye:´´ axavtin gelek hatiye kirin li ser serdana Hevpeymanîya Niştîmanî ya Şîe ku goya di evan nêzîkan de bihêne Hewlêr û ew bas dûrin ji rastîyê û hîç daxwazîyeke fermî ji alîyê Hevpeymanîya Niştîmanî ve negihîjtiye me. Pêştir jî ji alîyê hejmarek ji ajansên nûçeyan û li ser zarê çend jêderên Hevpeymanîya Niştîmanî ya Şîe ve hatibû belavkirin, ku di demeke nêzîk de şandeke Hevpeymanîya Niştîmanî bi mebesta çareserkirina arîşeyên hilawîstîyên navbera Hewlêr û Bexadê û vegera nûnerên Kurd serdana Hewlêrê dike û li gel serkirdatîya Kurd kom dibe.

Nûçeyên têkildar