26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Sûriyê: Tenê di heyva adarê de 6 hezar kes hatine kuştin

Çavkanî: KDP.info

Sûriyê-KDP.info/ Li Sûriyê di heyva adarê 2013`an de (6) hezar kes di encama şer û pevçûnan de hatine kuştin, bi vê yekê heyva adarê bi heyva herî bi xwîn piştî du salan şer hatiye jimartin.

Birêvebirê rawengeha sûrî ya mafê mirov Ramî Ebdulrehman ji ajansa Frans presê re ragihandiye ku: herjmara kuştiyên heyva adarê gihîştiye 6 hezar û 5 kuştî û her weha ev meh dibe ya herî xwînewî ji destpêka şer di nîva sala 2011`an de.

Her weha rawengehê aşkira kiriye ku di nava kuştiyan de 3480 sivîl û di nava wan de jî 298 zarokên jêr 16`e salî û 291 jin û 1400 çekdarên dijber hatine kuştin. Her weha di heyva adarê de 86 serbazên cudabuyî û 1464 endamên artêşa hikûmetê hatine kuştin

Nûçeyên têkildar