Erebên hatine Kerkûkê naxwezin ber bi cihê xwe ve vegerin

Şîretkarekî parêzerê Dîwanîye ragihand, ku 1000 parçe zevî bi ser wan Erebên bajêrê Kerkûkê û Xneqînê dabeş dikin li gorî qerbûkirina maddeya 140 vegeryane.
Di evê derbarê de, Şîretkarekî parêzerê Dîwanîye" Esîr Esamî " ragihand, ku encumena wezîran bi nivîseka fermî biryar daye ku 1000 parçe zavî akencîyê li parêzgeha Dîwanîye bi ser hezaran malbatên Erebên bajêrê Kerkûkê û Xaniqînê dabeş bike.
Li gorî gotinên Esamî ev malbatên han piştî wergirtina qerebûkirina maddeya 140 li bajêrê Kerkûkê û Xneqînê bo parêzgeha Dîwanîye vegerîyane, ku ew cihê akencîyê wan bû.
Ji alîyekî din ve, endamê komîta madda 140 li nivîsgeha Kerkûkê " Muhemmed Xelîl Cebûrî" ragihand, ku heta niha 14 hezar malbat çeka qerebûkirinê nebirine û hatîye li paş xistin.
Herweha gotî, ev malbatên han ji niha ve daxwaz dikin ku çekê qerebûkirinê wernegirin û venagerin cihê xwe.




