8 Kes li Iraqê Hatin Kuştin

Tekrît-KDP.info/ Êrîşbirekî xwekuj li Iraqê xwe bi kemyonekê li bajarê Tekrît teqand û di encamê de bi kêmî 8 kes hatin kuştin.
Li gor ajansan teqîna Duşemê li ber polîsxaneyekê pêk hat û tê bawer kirin ku piranîya qurbanîyên wê efserên polîs bin. Bi kêmanî 17 kes jî tê de birîndar bûn. Ev teqîn bûyera herî dawî ye di tundûtûjîya berî hilbijartinên 20 Nîsanê yên herêmî de.
Hêjayî gotinê ye hilbijartin li her du parêzgehên Enbar û Nînewa jibo çend mehan hatine paşve xistin jiber gefeyên ewlekarî




