26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî Bi Komîteya Nirxandina Helwesta Kurdistan Li Hember Bexdayê Re Civiya

Çavkanî: KDP.info

Duhî dûşemê 01.04.2013 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel endamên lîjneya gelalekirina helwesta Herêmê sebaret bi kêşeyên navbera Herêm û Bexdayê civiya. Li vê civînê de ku li keş û hewayekî erênî de birêveçû pêvajoya siyasî û navxweyiya Herêma Kurdistanê û aliyên rikeber hate nirxandin û civînê de biryar dan tekez li ser sê xalên serekî bête kirin:

1. Hilbijartinên Herêma Kurdistanê li dema xwe de bête encamdan.

2. Biryara hejmar 2 ya Parlemen li yekem hejmara rojnameya Weqay'î Kurdistan bête belav kirin.

3. Her du Mekteba Siyasiya Partî û Yekîtî bersîva fermî ya nameya sê aliyên hevrikan bidin ku li 24.02.2013 her sê aliyên hevrik li ser pirsa çaksaziyê pêşkêşî Partî û Yekîtiyê kiriye

Nûçeyên têkildar