Hikûmeta yekgirtî ya Bexda bi rolê xweyê dirust ranabe

Şîretkarê ragehandina serokê perlemanê herêma Kurdistanê Tariq Cewher got: (siyaseta petrolê û bazirganî ya herêma Kurdistanê piştbestina xwe bi distûrî dike ya ku herêmê wek destkeftek divê ezmuna fîdiralî da peydakirî, herwesa diyarkir, qanûna petrolê û xazê li herêma Kurdistanê li sala 2006 hatî ye derxistin ku rê bidete weberhênanên biyanî di hemû biyavan da karên xwe li herêmê bikin, jiwan çî biyavê petrolê, belê siyaseta Bexda di biyavê petrolê da hêşta berovajî distûrî kar dike û piştbestina xwe bi rêya hikûmeta navendî dike).
Sebaret peywendiyên herêmê li gel welatê Turkiya, Tariq Cewher bo kenalê esmanî (Rusiya alîwim) dupatkir, bê goman enqire berjewendiyên abûrî û hevkarî yên pêşveçûy li gel herêma Kurdistanê hene, me jî herwesa pêdivî bi berjewendiyên pêşvebirina wan peywendiyan hene, derencamê dûmahyê rewşa abûrî ya îêraqê mifadarê yekê û dûmahyê ye divê kêşê da, runikir demê petrola herêma Kurdistanê di hête hinartin bi benderê cîhan yê torikî bi rêya boryên petrola Kerkûkê hemû dahitê berhemî dê bo hikûmeta îkgirtî zivire, bitinê rêja 17% nebe ku ew bitinê behra herêma Kurdistanê yel gor rêkikeftina di navbera hikûmeta yekgirtî û hikûmeta herêma Kurdistanê da hatî ye îmzakirin li ser demê eyad elawî.
Sebaret nakukyên di navbera hikûmeta yekgirtî ya Iraqê û herêma Kurdistanê da, Tariq dupatkir, (bê goman me nakukî hene li gel hikûmeta yekgirtî ya îêraqê dibiyavê petrolê da bi sedema nebûna qanûna pitirol û xazê li Bexda, wekî hebûna nakukyên siyasî di navbera firaksyonên cuda cuda li civata nûnerên îêraqê hene, herwesa amajeda, mifayên abûrî dê kartêkirinên dûr û kûr li ser biriyarên siyasî hebin).
Li dûmahyê tariq cewher, hikûmeta Bexda bi alozkirina rewşa dinavbera Bexda û hewlêrê da tûmetbarikir û got: (hikûmeta yekgirtî bi rolê xweyê dirust ranabe da badekên nakukî û helawîstî dinavbera Bexda û helêrê da çareket, em li herêmê di berhivên bo çarekirina kêşan birêya distûrî û rêkikeftinên berî nuke hatîne îmza kirin




