Bi biriyara Nêçîrvan Barzanî hizar yekên akincîkirinê bo kêm derametan dê bihêne dirustkirin

Di kombûna civata bilinda weberhênanê da, Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê biriyar da nimûneka serkeftî ya pirojên akincîkirinê li her sê parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê bi dirustkirina 1000 şuqan li her yek li van parêzgehan bêy pêşekî û bi baştirîn kiwalîtî û bi qerên dum dirêj bo xelkê kêm deramet bihêne dirustkirin




