26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ocalan: Naxwazim Niha Bihême Azadkirin

Çavkanî: KDP.info

KDP.info / Selahedîn Demîrtaş hevserokê Partîya Aştî û Demokrasî (BDP) ragihand, ku li zîndanê di bareya mijara azadkirinê de pirsyar li Ebdullah Ocalan kiriye û serokê PKK jî ji alîyê xwe ve ragihandiye:´´ heger bi evê rewşê û di qonaxa niha de hikûmet jê re rabigihîne ku azade û dikare ji zîndanê here derve, ew dê her li zîndanê bimîne.

Rojnameya Hurriyet a Tirkiyeyê îro belav kiriye, ku Ocalan ji Demîrtşa re ragihandiye, ku ´´serbarî xirabîya rewşa niha ku nikare bi hêsanî kar bike û erkên xwe bi cih bihîne, belê ew naxwaze pirsa azadkirina wî bibe basa serekîya evê qonaxê. Ocalan wiha jî ragihandiye:´´ ewa ku niha ji alîyê wî ve giringe, rewş û atmosfêra karkirina wî ye û armancên siyasîyên wî ji azadbûnê giringtirin û dixwaze li rewşekê de li zîndanê azad be ku demokrasî û azadî li Tirkiyeyê desthilatdar be.

Nûçeyên têkildar