25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wezîr û Parlemanterên Kurd Navegerin Bexdadê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr – Taybet bi KDP.info / Piştî nîvroya îro bi mebesta yekalîkirin û biryardan li ser helwêsta Kurd li Bexdadê kombûneke taybet di navbera birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê û wezîr û nûnerên Kurd li encûmena wezîran û parlemana Iraqê de hate sazkirin û piştî gengeşekirina mijarê biryar li ser neçûna Kurd bo Bexdadê hate dan.

Li gor evan zanyarîyên ku gihîjtine destê KDP.info, di kombûna îro ya navbera birêz serokê herêma Kurdistanê û nûnerên Kurd li encûmena wezîran û parlemana Iraqê de, hemû alîyên siyasîyên beşdarbûyî hevnerîn bûn li ser ewê ku wezîrên Kurd beşdarî di kombûnên encûmena wezîrên Iraqê de nekin û bi heman şêwe bo endamên Kurd ên parlemana Iraqê jî.

Li gor heman zanyarîyan, di evê kombûnê de biryar hate dan ku daxwazên Kurd pêşkêş Hevpeymanîya Niştîmanî bihê kirin û çaverê bihê kirin heta ku derdikeve ku gelo ewan bersiva erênî heye bo ewan daxwazan an jî na, heger hat û ti bersivek bo cîbicîkirina daxwazên Kurd nebû, ewa hingê dê di kombûneke din d ebiryareke din bihête dan, belê heta ewê demê hîç yek ji wezîrên Kurd û endamên Kurd ên parlemana Iraqê navegerin Bexdadê û beşdarî di kombûnan de nakin.

Nûçeyên têkildar