25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ceifer Êminkî: Îro Biryara Vegerîn û Nevegerîna Wezîr û Parlemantean bo Bexdadê Dihête Dan

Çavkanî: KDP.info

KDP.info/ Di hevpeyvîneke taybetî de li gel KDP.info, Ceifer Êminkî peyvdarê fermîyê Partîya Demokrata Kurdistanê bas li çend mijran dike û ji wan jî qeyrana siyasîya niha ya Iraqê û peywendîya navbera YNK û PDK û bêjedanên evê dawîyê yên çend serkirdeyên YNK û pêşniyarên opozisiyonê û çend mijarên dinên taybet bi navxweyê herêma Kurdistanê û derve.

 

Di beşeke çavpêkevtinê de, Ceifer  Êminkî got:´´ îro lêjneya şeş qolî ku bo lidûvçûna qeyrana siyasîya Iraqê pêkhatiye, bi serpirestîya serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kom dibe û helwêsta xwe derbarê vegerîn an jî nevegerîna wezîr û parlemanterên Kurd ên li Bexdadê bo Bexdadê radigihînin.´´

 

Ceifer Êminkî wiha jî got:´´ di evê kombûnê de hêz û alîyên siyasîyên dinên herêma Kurdistanê jî beşdar dibin û bas li zanyarîyên dawî derbarê rewşa niha ya Iraqê dihê kirin.´´

 

Paşê kdp.info dê tewawê çavpêkevtinê belav bike.

 

Nûçeyên têkildar