Alîyên sîyasî ji bilê wergirtina bawerîyê ji Nûrî Malikî ti rê û çareyeka din nîne

Endamê parlîyamenta Iraqê yê bi ser lîsteya hevpeymanîya niştimanî "Şiwan Muhemmed Teha dibêje, heger bawerî ji Nûrî Malikî hat vekşandin rewşa Iraqê ber bi alozîyê ve biçe, lê alîyên sîyasî ji bilî wergirtina bawerîyê ji Nûrî Malikî û pena birin ber bi rêya qanûnî û destûrî ti rê û çareserîyeka din li ber destê wan tine ye.
Herweha Muhemmed Teha got, " wek tê xuyakirin, ku rewşa Iraqê roj bi roj ber bi alozîyê ve diçe, ji ber ku nehatin jêr barê dewleta qanûnê, ji ber evê çendê jî alîyên sîyasî pena ber bi bawerîyê ji Nûrî Malikî birin."
Weha jî got, Malikî ew sîyasetê ku birêve dibe, bûye asteng li ber çareserkirina arîşeyan û ti rê û çareyek li hember alîyên sîyasî nemane tenê pena ber bi qanûn û destûrê ve bibin û bawerîyê ji Nûrî Malikî werbigirin.
Her Muhemmed Teha weha jî da xuyakirin, " arîşeyên Iraqê ne hêsane heger bawerî ji Nûrî Malikî hat vekşandin yan ne, di herdu haletan rewşa Iraqê ber bi alozîyê ve diçe."




