25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Dezgeha xêrxwazî ya Barzanî berdewam hevkariya Kurdên Rojavayê Kurdistanê dike

Çavkanî: KDP.info

Weke tê zanîn di roja 18 Adarê de şaxê 2 yê PDKê bi hevkariya dezgeha xêrxwazî ya Barzanî dest bi organîze kirina kempînek bo kom kirina hevkariyan bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê kir.

 Di çarçoweya vê kempîna han de ku, weke mezintirîn kempîna hevkarî kirin li Kurdistanê de dihat  nasîn, yekemîn merheleya pêşkêş kirina hevkariyan bi hevkariya şaxê 2 yê PDKê û dezgeha xêrxwaziya Barzanî ku, pêk hatibû ji 2 hezar ton erzaq û pêdeviyên din yên jiyanê pêşkêşî Kurdên Rojavayê Kurdistanê hate kirin.

Ji aliyeke din ve jî her evro di çarçoweya vê kempîna han de weke merheleya dudiyan dezgeha xêrxwazî ya Barzanî hevkariyên xwe pêşkêşê Kurdên Rojavayê Kurdistanê kir û di vê merheleyê de 3 hezar ton erzaq û pêdeviyên din yên jiyanê pêşkêşî Kurdên Rojavayê Kurdistanê hatin kirin. Jêder KTV

Nûçeyên têkildar