Erdogan rêkevtina bi herêma Kurdistanê re di beware enerjîyê de eşkera kir

Turkiye-KDP.info/ Serokê wezîrên Turkiye Receb Teyyib Erdogan ragihand, ku Turkiye bi Herêma Kurdistanê re guft û goyan dike, ji bo dirustkirina boriya petrolê di navbera Herêmê û Turkiye de.
Li angora reporteka rojnameya Tudey Zeman a Turkiyeyî, serokê wezîrên Turkiye Receb Teyyib Erdogan ragihandiye, ku ew niha bi herêmê re di qonaxa rêkevtinê de ne.
Li gor ajansa PNA Erdogan weha jî da zanîn, ku herêma Kurdistanê li angora destûra Iraqê dikare wizeyê (enerjîyê) ber bi her welatekî bişîne.




