26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Emerîka piştgiriya dabeşbûna İraqê bo ser ‘sê’ herêman dike

Çavkanî: KDP.info

Lijneya Yasayî ya Parlamentoya İraqê di çarçoveya parastina yekgirtîbûna axa İraqê de piştgiriya dabeşbûna İraqê bo ser sê herêmên federal dike.

 Di vê derbarê de Serokê Lijneya Yasayî ya Parlamentoya İraqê Xalid Şiwanî got: ‘’Lijneya me bo İraqê piştgiriya pêkanîna sê herêmên serbixwe dike.’’

 Şiwanî da zanîn ku lijneya wan di serdanekê de bo Emerîka li baregahê Wezareta Derve bi ligel cîgirê Wezîrê Derve yê Emerîka bo Karûbarê Rojhilata Navîn û Berpirsê Dosya Ewlekariya İraqê civiya ye û mebesta civînê jî wergirtina nerînên herdu aliyan bûye derbarê peywendiyên navbera herdu aliyan di warê stratejîk de.

 Hêjayê gotinê ye Şiwanî herçiqas di vê daxwiyaniya xwe de qala piştgiriya Emerîka bo dabeşbûna İraqê nake lê wiha dixwiye ku Emerîka jî piştgiriya vê nerînê dike heta Şiwanî jî wiha bi eşkere li ser vê mijarê radiweste. Jêder Basnews

Nûçeyên têkildar