Kurdên Rojava sipasiya rola Serok Barzanî û herêma Kurdistanê kirin

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info/ Bi hezaran welatiyên Kurd li bajêrên Qamişlo, Amûdê, Efrînê û Hesekê di xwenîşandanê de rolê serok Barzanî bo hevkariya Rojavayê Kurdistanê.
Xelîl Ehmed çavdêrî siyasî yê Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku roja îna burî li piraniya bajarên Rojavayê Kurdistanê bi hezaran welatiyên Kurd dest bi xwenîşandanekê kirin û bi dirûşman sipasiya rola serok Barzanî bo piştevaniya Rojava kirin û got: "Xwenîşanderan diyarkirin ku piştivaniya serok Barzanî û hikûmeta herêma Kurdistnê di qonaxeka gelek zehmet de piştivaniya xelkê Rojavayê Kurdistanê kiriye û bi siyaseta xwe ya hekîmane wesa kir ku berpirsên Turkiye biguherîne di siyaseta xwe ya li hember Rojava dirust bikin û niha dergehê di navbera Bakûr û Rojavayê Kurdistanê jî de hatine vekirin û li aliyên herêma Kurdistanê jî berdewam xwarin digê xelkê û ji ber wê yekê jî niha qeyrana birsîbûnê li Rojava hatiye kêmkirin, û got: "Rojavayê Kurdistanê di mehên burî de tûşî qeyrana sutemeniyê û xwarkî bibû û dergehê Turkiye jî hatibûne daxistin lê piştî bizavên berdewam yên serok Barzanî di encamp de ew dergeh jî hate vekirin û harîkariyeka mezin û berdewam niha ji aliyê herêma Kurdistanê digên Kurdên Rojava û niha rewşa Rojava gelek başe."
Nvhatî amaje bi wê yekê jî kir ku ew kombûn û bizavên nberdewam yên serok Barzanî li gelek hêz û aliyên siyasî yên rojavayê Kurdistanê wesa kirk u aloziyên mezintir li Rojava dirust nebin, çunke hindek aliyan aloziyên mezin çêdikirin û heta gelek kesan digotin dê şerê birakujiyê li Rojava jî dest pê bike lê bi siyaseta hekîmane ya serok Barzanî rêgirî ji wê yekê hate kirin û got: "Ji ber wê yekê jî siyaseta netewî ya serok Barzanî û ezmûna wî ya bi salan bo her Kurdekî cihê şanaziyê ye û pêdiviya hemû Kurdan bi serok Barzanî heye."




