Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya parêzgerê Nînowa kir

Duhî şemî 30/03/2013 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selaheddîn pêşwaziya birêz Esîl El Nucêfî Parêzgerê Nînowa(Musil) kir.
Li civînê de, ku birêz Kerîm Sîncarî Wezîrê Navxoya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bû, di derbarê rewşa emniya Iraqê bi giştî û Musil bi taybetî guftûgo kirin.
Li mijareke dinê civînê de, di derbarê hilbijartina Encûmena Parêzgehan li Iraqê û biryara Hikûmeta Federal ya di derbarê paşxistina hilbijartinê li hinek parêzgeh û bandorên wê û pêşhatên dawî hatin nirxandin.
Her li vê civînê de behsa pêwendiya navbera hêzên siyasiyên nav Parêzgeha Nînowa û bi taybetî wan pêwendî û hevkariyan kirin ku li navbera her du Lîsta Birayetiya Nînowa û Lîsta El Hedba de li holê daye




