25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Pêşewa Qazî Muhemed Bo Berdewam Bûna Doza Gelê Kurd Xwe Feda Kir

Çavkanî: KDP.info

Bi minasebeta salvegera dared kirina pêşewayê Gelê Kurd û Serokkomarê Komara Kurdistanê ya li Mehabadê Pêşewa Qazî Muhemed Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî li ser pêgeha xwe ya li facebookê de peyamek pêşkêş kiriye.

 

Serok Barzanî di destpêka peyama xwe de silav û rêzên xwe pêşkêşî rêhê paqêj ya Şehîdên Kurdistanê û Pêşewa kiriye û gotiye: Pêşewa Qazî Muhemed boku, doza Gelê Kurd bi zindî bimîne û hertim di rojevê de be canê xwe feda kir.

 

Serok Barzanî herwiha nivîsandiye bi minasebeta salvegera darde  kirina pêşewayê Gelê Kurd, em tekez li ser revabûna doza Gelê Kurd dikin û çareser kirina doza Gelê Kurd faktereke serekeye bo sepandina aştî û pêşkeftina Rojhilata Navîn. KTV

Nûçeyên têkildar