25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî cejna Qiyameya Hezretî Mesîh (S.X.L.) li xuşk û birayên Mesîhiyan pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna Qiyameya Hezretî Mesîh (Silavên xwedê li ser bê), pîrozbahiyekî germ pêşkêşî xuşk û birayên Mesîhiyên li Kurdistan û Iraq û seranserê cîhanê dikim.

Pêkvejiyana aştiyaneya kevina pêkhatên oliyên Kurdistanê herdem sedemek bûye ji bo wê yekê ku Kurdistan wekî nîştîmanekî dewlemend be firehiya olî û kultûrî û neteweyî derbikevê.

Welatiyên Mesîhiyên Kurdistanê jî li sayeya kultûra pêkvejiyana Kurdistanê wekî pêkhatên din bi wekheviya jiyanê li ser dibin û asayîş û keramet û mafên wan parastiye. Hêvîdarim ew aştî û pêkvejiyaneya li Herêma Kurdistanê da heye ji bo hemû navçeyên dinê Iraqê veguhezê û dawiya wan metirsiyan bê ku rû bi rûyê birayên me Mesîhî dibin.

Carekî din pîrozbahiya vê cejnê li we dikim û hêvîdarim aştî li ser navçeya me û hemû cîhanê da bikêşê.


Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

30/03/2013

Nûçeyên têkildar