Peyvdarê Fermî yê Serokayetiya Herêmê nûçeyekî NRT bi bê bingeh wesif kir

Êvariya duhî şemî 30/03/2013 televizyona NRT li pexşa nûçeyên xwe da nûçeyekî belavkir ku qaşo birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê daxwaza dirêjkirina dema Serokayetî kirina Herêma Kurdistanê kiriye.
Li bersîva wê nûçeya bê bingeh de radigihînîn ku birêz Serokê Herêma Kurdistanê li tu demek de daxwazkareke bi vî awayî nebûye û nekiriye. Tevahiya vê nûçeyê ji rastiyê dûre û tu bingehekî xwe tûne.
Dr. Umêd Sebah
Peyvdarê Fermî yê
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
30/03/2013




