26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ehmet Turk û Demîrtaş çûn serdana Sefîn Dizeyî

Çavkanî: KDP.info

Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ehmet Turk û Hevserokê Giştî yê BDP-ê Selahattîn Demîrtaş çûn serdana Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ku ji bo emeliyata dil hatiye Enqerê.

 

Ehmet Turk û Demîrtaş çûn Nexweşxaneya Guven a Enqerê û ji Dizeyî re hêviya başbûnê kirin. Her du siyasetmedarên Kurd derbarê rewşa Dîzeyi de agahî ji doktoran wergirtin û hêviya başbûnê ji rayedarên Herêma Kurdistanê û malbata Dizeyî re şandin.

 

Dizeyî dema êvara sêşemba borî ligel Serokwezîrê Kurdistanê ji Tirkiyê vegeriyan Kurdistanê, krîza dil derbas kir û piştî neştergeriyeke bilez li Nexweşxaneya Dil a Hewlêrê ew veguhestin nexweşxaneya Guven a Enqerê. Jêder Basnews

Nûçeyên têkildar