26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Li Şêx Meqsudê topbaran: 25 Kurd kuştî û birîndar ketin

Çavkanî: KDP.info

Sûriyê-KDP.info/ Duhî di encama topbarana rejîma Sûriyê li hemberî Taxa Şêx Meqsud ku piraniya şêniyê wê Kurdin de, 2 ji wan zarok 5 sivîlên Kurd jiyana xwe ji dest dan û 20 jî birîndar bûne.


Li gor ajansa Hawarê li bajarê Helebê yê Sûriyê, di demjimêrên serê sibehê de ketîbeya bi navê (Cephet El Ekrad û El Furqan) ên girêdayî artêşa azad ketin Kolana Mardilî ya Taxa Şêxmeqsudê û bi ketina koman re di navbera çekdaran û alîgirên rejîmê de pevçûn derket. Di dema pevçûnê de hêzên rejîmê jî ev navçe topbaran kirin.

Nûçeyên têkildar