25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Kerkûkê Teqîn: 5 kes hatin kuştin û 72 jî birîndar bûn

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info/ Duh nîvrojê di dema encamdana nivêja îneyê de, otombîleka mayinkirî li ber Huseyniyeyeka Şî`e ve teqîya û di encam de, bi deyan kes hatin kujtin û birîndar bûn.
 

Di evê bareyê de, jêderekî ji polîsê Kerkûkê ji KDP.info re ragihand, ku duh nîvrojê di dema bidawîhatina nivêja îneyê de otombîleka mayinkirî li ber Huseyniyeyeka Şî`e ve teqîya û di encam de, 5 kes hatin kujtin û 72 jî birîndar bûn, ku yek ji wan nûnerê Sîstanî ye.

 

Evî jêderî weha jî da zanîn, ku rewşa tendirustîya hinek birîndaran nebaşe.

Nûçeyên têkildar