Lîjneya guftûgokirina helwestên derbarê kêşeyên di navbera Bexda û Herêmê reşnivîsekê amade dike

Lîjneya guftûgokirina helwestên derbarê kêşeyên navbera Bexda û Herêmê îro pênçşem 28/03/2013 li avahiya Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê civiya û reşnivîsekî pêşniyarkirî di derbarê helwestwergirtina Herêma Kurdistanê li ser kêşeyên navbera Bexda û Herêm û çawayiya muamelekirina li gel kêşe û qeyrana siyasiya Iraqê guftûgo kirin wekî amadekariya wê civîna berfireha li rojên pêşde ji aliyê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Wezîr û Nûnerên Kurd li Hikûmeta Federal û Encumena Nûnerên Iraqê tê saz kirin.
Paşê jî lîjneya guftûgokirina helwest ku li civîna berê yê Serok Barzanî li gel nûnerên Kurd li Bexda hatibû raspardin bû ajandaya dawiya civînê amade bike. Dîtin û nêrînên sercem fraksiyonan wekî pêşniyar hate guftûgokirin bo ku li civîna berfireha pêşde guftûgo li vî derbarî ve bê kirin û wekî helwesta Herêma Kurdistanê rabigihînin di derbarê wan kêşeyên çendîn sale li navbera Bexda û Kurdistan bi helawestî mane û qeyrana îro seranseriya Iraqê û hemû pêkhatan û hemû astên emnî û xizmetguzariyê li xwe girtiye û gihîştiye wê asta metirsîdara êrîşê li pêvajoya siyasî û demokrasî û bingehên tewafuq û şeraketê bike.
Li civînê de çendîn babet û mijarên pêwîstê rewşa siyasiya niha ya Iraqê û helwesta lîsteyên Iraqiye û Rewta Sedir û Encumena Bilinda Îslamiya Iraqê nirxandin. Paşê pirs û xwepêşandanên li parêzgehên Iraqê li jêr ronahiya wan pirs û mijaran guftûgokirin. Hêlên helwest wergirtina Herêma Kurdistanê wekî pêşniyar bête amade kirin û pêşkêşî civîna li pêşa birêz Serokê Herêmê bikin.
Li mijareke din de û li ser asta navxweya Herêma Kurdistanê jî, civîn yekrêzî û yekhelwestiya navbera hêz û aliyê Kurdistaniyan bi girîng zanî û li vî derbarî de rêçikên ji bo diyarîkirina çendîn pirs û babetan xistin rû ku xizmetê bi stratejî û berjewendiya bilinda gelê Kurdistanê bike. Heman demî de tekez li ser berdewambûna pêvajoya çaksazî bi asta cûda cûdayan ve kirin. Ji bo vê mebestê jî civîna lîjneya guftûgokirina helwestê bi pêwîstî zanî li ser asta navxweyî û li berçav girtina rola hêz û aliyê siyasiyên Kurdistanê bi hukimran û hevrikan ve, kar ji bo zêdetir xizmetkirina berjewendiya nîştimanî û neteweyiyên gelê Kurdistanê û zêdetir pêşxistina ezmûna Herêmê bête kirin.
Civîna lîjneyê bi Serokayetiya Dr. Roj Nûrî Şaweys û beşdariya her yek ji rêzdaran Fuad Mehsûm, Mamosta Elî Bapîr û Serdar Ebdulla û Dîndar Necman Doskî wekî nûnerên Fraksiyona Kurdistaniyan li Bexda û amadebûna rêzdar Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêmê birêveçû û têda ji bilî nirxandina qeyran û pêvajoya aloza îro ya ser qadên siyasiya Iraqê, naveroka çendîn mijarên pêwîst babeta civînê bûn û hatin nirxandin.
Dîwana Serokayetiya Herêmê
28/03/2013




