Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek parve kir û tê de ragihand, “Em armanckirina Serokê Nivîsîngeha Siyasî ya Bizava Hemasê Îsmaîl Heniye şermezar dikin û em bi dilgiraniyeke kûr li vê pêşhata metirsîdar dibînin.”
Ev jî tekesta wê daxuyaniyê ye:
“Em bi armancgirtina Îsmaîl Heniye, Serokê Mekteba Siyasî ya Hemasê ku li Tehranê mêvan bû, şermezar dikin û em bi dilgiraniyeke kûr li vê pêşhata metirsîdar dibînin.
Zêdetir alozbûna rewşê dê aştî û aramiya tevahiya herêmê bixe metirsiyê û dê bibe sedema encamên xerabtir.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
31.07.2024”




