Nêçîrvan Barzanî, Serokmarê Îranê vexwend Hewlêrê

Tehran-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê li Tehranê bi Serokkomarê Îranê yê nû re civiya û ew vexwend Hewlêrê.
Di berdewamiya serdana xwe ya Tehranê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşema 31.07.2024 piştî nîvro bi Serokkomarê Îranê yê nû Mesûd Pizîşkiyan re civiya.
Di wê civînê de, Serokomarê Îranê spasiya Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re kir ku tevlî merasîmên wî yên sondxwarin û destpêkirina karî bûn, herwesa tekez jî kir ku Îran dixwaze di hemî waran de berdewamiyê bide peywendiyan û alîkariyên hevpar bi Herêma Kurdistanê û Îraqê re.
Serokê Herêma Kurdistanê jî ji aliyê xwe ve spasiya wî kir û tekez jî kir ku, Herêma Kurdistanê Îranê wekî cîraneke xwe yê giring dibîne û ji bo pêşvebirina peywendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê bi Îranê re kar dike, herwesa Pizîşkiyan vexwend Hewlêrê di dema serdana wî ya çaverêkirî ji bo Bexdayê de.
Nêçîrvan Barzanî tekez li ser wê yekê jî kir ku, Herêma Kurdistanê dixwaze rêjeya geştyarên Îranê ji bo başûrê Îraqê bi rêya Herêma Kurdistanê û zêdetir lihevguhertina bazirganî di navbera her du aliyan de berfirehtir bibe. Tekez li ser wê yekê jî kir ku Herêma Kurdistanê çi demekê ji bo Îranê û welatên cîran nabe çavkaniya gefan.
Her di wê civînê de ku şanda bi Serokê Herêma Kurdistanê re jî tê de amade bûbû, herdu aliyan pesna peywendiyên dostane û dêrîn ên Îran û Herêma Kurdistan ê kir, amaje jî da alîkariya ewlehiyê ya çalak a Îranê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re jî, ji bo tenahî û seqamgiriyê.




