Nêçîrvan Barzanî û Serokê Encûmena Şûra ya Îranê pêşxistina peywendiyan di hemû waran de gotûbêj kirin

Tehran-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di roja duyê ya serdana xwe ya fermî ya Komara Îslamî ya Îranê da îro çarşemê piştî nîvro 31.07.2024 ê li Tehranê, ligel Mihemed Baqir Qalîbaf Serokê Encûmena Şûra Îslamî ya Îranê civiya.
Di civînê da behsa peywendiyên Îranê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa navxwe ya Iraqê û Herêma Kurdistanê û navçeyê bi giştî hate kirin û di derbarê pêşhatên dawî yên navçeyê da danustandina bîr û ramanan kirin.
Her du aliyan tekîd li ser pêşxistina peywendiyên Komara Îslamî ya Îranê bi Iraqê û Herêma Kurdistanê ra di hemû waran de kirin û hevkariyên hevbeş li ser asta navçeyê ji bo parastina aramî û aştiyê pêwîst dîtin.
Di civînê de ku, şanda bi Serok re; Şêx Cefer Şêx Mistefa Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, Rêber Ehmed Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Fewzî Herîrî Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê amadebûn, çend mijarên din yên xwedî berjewendiya hevbeş hatin gotûbêjkirin.




