26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Rejîma berê ya Iraqê 8 hezar Barzanî komkuj kirin tenê ji ber Barzanîbûn û Kurdbûnê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di 41emîn salvegera jenosîda Barzaniyan de ragihand, “Rejîma berê ya Iraqê di kirdarekî nerewa û bêwîcdanane de heşt hezar zilamên pîr û lawên Barzanî, li temenên neh salî heta noht salî de, tenê ji ber Barzanîbûn û Kurdbûnê desteser kir û bi awayeke nemirovane li çolên Başûrê Iraqê komkujî kirin..”

Peyama Serok Mesûd Barzanî:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Rejîma berê ya Iraqê li kirdarekî nerewa û bêwîcdanane da heşt hezar zilamên pîr û lawên Barzanî, li temenên neh salî heta noht salî de, tenê ji ber Barzanîbûn û Kurdbûnê desteser kir û bi awayeke nemirovane li çolên başûrê Iraqê komkujî kirin. Ew tawan beşek bû ji destpêka wan zîncîre tawanên bi awayeke ji bo ji navbirina gelê Kurdistanê da ji aliyê rejîma berê yê Iraqê rêkxistibûn hatin encamdan. Her li bêserûşûnkirina diwanzdeh hezar ciwanên Feylî û Enfal û kîmyabaranên li seranserê Kurdistanê û te'rîb û vergehestina bi zorê û guherîna demografya Kurdistanê.

Di çil û yekemîn salvegera Enfala Barzaniyan da silav ji bo giyanê pakê şehîdên Enfalan û hemû şehîdên Kurdistanê re dişînîn. Her wiha spasî xelkê kedkarê Kurdistanê bi taybet cemawerê deşta Hewlêr û Herîr û Soranê dikîn ku li wan rojên dijwar de hevsozê Barzaniyan bûne û yarmetiya wan dane. Spasî kesukarên enfalan û bi taybetî wan dayik û jinên Barzaniyan dikin ku mînaka xweragirî û qehremaniyê bûn û êşa çaverêyî û dûrî û ji destdana azîzên xwe kişandin.

Ew tawanên li dijî xelkê Kurdistanê hatine encamdan, her hemû encama eqliyeta şovenî û xwesepandin û nemirovaneya desthilatdarên serdema berê ya Iraqê bûn.

Ew eqliyete ji bo hemû gelên Iraq û navçeyê, sedema serekiya paşketiyî û êş û karesatan bû.

Mesûd Barzanî
31.07.2024”

Nûçeyên têkildar