25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Emê berdewam hewl bidin ji bo ku karesatên gelê Kurdistanê weke jenosîd bên naskirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek di salvegera jenosîda Barzaniyan belav kir û tê de ragihand, “Em dupat dikin ku kar û xebatên me yên ji bo naskirina Enfala Barzaniyan û karesatên din yên gelê Kurdistanê wek jenosîd dê li ser asta navdewletî berdewam bin.”

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:

“Îro di 41emîn salvegera Enfalkirina Barzaniyan de em 8 hezar mêr, kalemêr û ciwanên Barzanî bi rêz û hurmet bi bîr tînin ku, ji 31ê tîrmehê heta nîvê tebaxê sala 1983ê di operasyoneke hovane de, ji kampên neçarî li Hewlêrê, ji aliyê rejîma Iraqê ya hîngê ve winda û komkujî kirin. Silav li giyanê wan be, em bejna xwe li hember wan ditewînin, silav ji kesûkar û malbatên wan ra.

Enfala Barzaniyan jî, wek hemû tawanên din yên dîrokê, ji bo şikandina îradeya gelê azadîxwazê Kurdistanê bû, lê bû lekeyek reş bi eniya encamderan ve, tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê germtir û bi hêztir bû û bi cesarettir rûbirûyê zulm û dîktatoriyê bû.

Dayikên dilovan ên Barzanî û bi giştî Barzaniyan hemû êş û azar û encamên xirab yên Enfalê tehemûl kirin û li ser lingan rawestiyan. Wan karî zarokên xwe yên belengaz bi serbilindî perwerde û mezin bikin û nifşekî dilsoz û jêhatî perwerde bikin. Ez wan hemû dayik, jin û xwişkên birûmet yên ku di hemû êş û rewşên dijwar de dest jê bernedan silav dikim û destê wan maçî dikim.

Spas ji bo hemû kesên ku di wê dema dijwar da alîkariya lêqewimiyên Barzanî kirin. Xizmet û dilsoziya wan tu carî nayê ji bîr kirin. Bi vê minasebetê em dupat dikin ku kar û xebatên me yên ji bo naskirina Enfala Barzaniyan û karesatên din yên gelê Kurdistanê wek jenosîd dê li ser asta navdewletî berdewam bin. Em tekezî li ser yekrêziya  aliyên siyasî û pêkhateyên Kurdistanê û tezmînata malbatên qurbaniyên Enfalkiriyan dikin.

Silav ji bo bîranîna hemû şehîdên Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê”

 

Nûçeyên têkildar