Nêçîrvan Barzanî diçe Tehranê

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sibe Sêşema 30.07.2024 bi vexwandineke fermî diçe Tehrana paytexta Komara Îslamî ya Îranê.
Nêçîrvan Barzanî bi serkirde û berpirsên bilind ên welatên din ên vexwandî re tevlî merasîmên sondxwarin û destpêkirina karî ya serokê hilbijartî yê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan dibe.




