Nêçîrvan Barzanî: Olîmpiyada Parîsê ji bo yekrêziya cîhanê derfeteke mezin e

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku Olîmpiyada Parîsê ji bo yekrêziya cîhanê derfeteke mezin e.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê beşdarbûna merasîma destpêkirina Olîmpiyada Parîsê peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew kêfxweş bû ku di merasîma vekirina Olîmpiyada Parîsê de Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û hevjîna wî Brigitte Macron dît.
Nêçîrvan Barzanî herwiha got, “Olîmpiyada Parîsê derfeteke mezin e ji bo nîşandana yekrêziya cîhanê. Parîsê careke din ruhê xwezayî yê anîna cem hev a cîhanê nîşan daye."
Duhî li Parîsa paytexta Fransayê merasîma destpêka 33yemîn Olîmpiyada Havînê hat lidarxistin.
Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandina Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron beşdarî merasîma vekirina lîstikên olîmpiyadê bû.
Macron li Parîs li Koşka Elyseeyê bi germî pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.
Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê li paytexta Fransayê li bajarê Parîsê bi çend serkirdeyên cîhanê re hevdîtin kir.
Nêçîrvan Barzanî li gel şah, serok, serokwezîr û serkirdeyên çend welatan tevlî ahenga vekirina lîstikên Olympiadê bû.




