25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Kerkûkê êrişî baregeha PDKê hat kirin “Pêşveçûneke xirab e”

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Îro danê sibehê li Kerkûkê bi çekan êrişî baregeha PDKê hat kirin û berpirsê PDKê li Kerkûkê ragihand, ev êrîş pîşeçûneke xerab e û armanca êrîşkeran girtina xaleke zêrevan bû.

Mihemed Kemal, berpirsê liqê sêyem ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji malpera fermî ya PDKê re ragihand: “Îro sibehê saet 03:00, ji 2 cihên cuda ve bi qenasan û guleyan êrîş hat ser baregeha me û zêrevanên baregehê bersiva wan dan û şer derket.”
Kemal wiha got:“Armanca gulebaranan girtina xaleke zêrevanî ya baregehê bû, cihê ku yekem gulebaran lê kirin, wir bû, ku dixwestin ji wir derbasî nava baregehê bibin û karê terorîstî bikin.”
Berpirsê şaxê sêyem Mihemed Kemal got: "Ziyanên canî çênebûne, lê ew pêşkeftineke xirab e û divê lêkolîneke berfireh were kirin.”

Nûçeyên têkildar