25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokwezîr Mesrûr Barzanî êrîşa li ser Trump şermezar dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hewla kuştina Donald Trump bi tundî şermezar kir û hêviya başbûna zû jê re xwast.

Serokê berê yê Amerîkayê û Berbijêrê Komariyan bo Serokatiya Amerîkayê Donald Trump li wîlayeta Pennsylvanyayê dema ku di bangeşeya hilbijartinê de gotarek pêşkêş dikir, rastî êrîşeke çekdarî hat û birîndar bû.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 14ê Tîrmehê li hejmara xwe ya tora civakî “X” nivîsî: “Ez êrîşa li ser Serok Donald Trump bi tundî şermezar dikim û hêviya başbûna zû jê re dixwazim. Ez hevxem in ligel qurbaniyên vê êrîşa terorîstî û hevpiştiya xwe bi Wîlayetên Yekgirtî ya Amerîkayê re nîşan didim.”

 

Nûçeyên têkildar