26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê danûstandinan li ser dawî guhertin û pêşveçûnên rewşa ewlehiyê ya Îraqê bi giştî dikin û tekezê li ser giringiya bicihanîna lihevkirina Şingalê û asayîkirina rewşa wê deverê dikin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 11.07.2024) pêşwaziya Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê Qasim Arecî kir.

Di wê civînê de, herdu aliyan dîtin û nerînên xwe li ser dawî guhertin û pêşveçûnên rewşa ewlehiyê ya Îraqê bi giştî li hev guhertin, herwesa tekez li ser pêşxistina alîkarî û hevahengiya navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê ji bo rûbirûbûna metirsî û gefên terorê û parastina ewlehî û seqamgiriya deverên sinorî kir.

Di tewerekî din wê civînê de, herdu alî li ser giringiya bicihanîna lihevkirina Şingalê û asayîkrina rewşa wê deverê hevnerîn bûn.

Nûçeyên têkildar