Serok Barzanî li gel beşek ji rêxistinên navxwe yên PDKê civiya

Hewlêr-KDP.info- Îro
Di civînê de Serok Barzanî gotarek pêşkeşî amadebûyan kir û spasiya xebat û westandina endam û kadroyên partiyê kir ku di qonaxên cuda de bi berxwedanî bûne hêvinê hêviyê ji bo gelê Kurdistanê.
Serok Barzanî amaje bi dîroka PDKê kir û teqez kir ku PDK ji bo zindîhiştina hêvî û bawerîbixweanîna gelê Kurdistanê ava bûye û amûrek e ji bo xizmeta gelê Kurdistanê û her demekî ku PDK bihêz bibe Kurdistan jî bihêz bûye.
Di beşek dinî gotara xwe de Serok Barzanî ronahî xist ser serdana heftiya borî ya ji bo Bexdayê û sedemên wê serdanê û civînên li gel aliyên Iraqê ji amadebûyan re aşkera kir.
Di wê dîdarê de derbarê rêxistinên navxwe yên PDKê de jî Serok Barzanî rênîşanî û berçavronî yên pêwîst ji bo amadebûyan aşkera kirin.




