Serok Barzanî: Hêvîdar im sersala Koçî bibe derfetek ji bo pêşxistina aştî û aramiyê li navçeyê

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi boneya serê sala nû ya Koçî peyamek belav kir û ragehand: ‘’Pîrozbahiyekî herî germ pêşkeşî hemû Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim.’’
Îro Yekşema 07.07.2024ê Serok Mesûd Barzanî bi boneya serê sala nû ya Koçî peyamek belav kir û ragehand: ‘’Bi boneya sersala 1446ê ya Koçî û yekê meha Muharemê pîrozbahiyekî germ li hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Hêviya xêr û xweşiyê ji bo hemû aliyekî dixwazim.’’
Serok Barzanî diyar kir: “Hêvîdar im ev boneya pîroz bibe derfetek ji bo bihêzkirina çanda hevqebûlkirinê û pêşxistina aştî û aramî û biratiyê li navçeya me.’’




