26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Bi navê xwe û gelê Kurdistanê pîroziyê li Mesûd Pizîşkiyan dikim

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber serkeftina wî ya di hilbijartinan de bi navê xwe û gelê Kurdistanê pîrozî li Mesûd Pizîşkiyan kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya hesabê xwe yê Xê Mesûd Pizîşkiyan pîroz kir û got: “Ez Birêz Mesûd Pizîşkiyan li ser navê xwe û gelê Kurdistanê pîroz dikim û jê re hêviya serkeftinê dikim.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî amaje bi pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Îranê re kir û got: “Çavê me lê ye ku em pêwendiyên kevn û dostane li ser bingeha berjewendiyên hevpar û cîrantiya baş bi pêş bixin.”

Nûçeyên têkildar