25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Serokomarê Iraqê rewşa Iraqê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Di dirêjahiya serdana xwe ya Bexdayê de, Îro Pênçşema 04.07.2024 Serok Mesûd Barzanî serdana Dr. Letîf Reşîd Serokomarê Iraqa Federal kir.

Di hevdîtinê de ku hejmareke zêdeyê serkirdeyên siyasî yên Iraqê amade bûn, Serokomarê Iraqê pêzanînên xwe ji bo serdana Serok Barzanî ya Bexdayê hebû û li kûrkirina diyalogekî avaker ya di navbera aliyên siyasî yan bi girîng û bi bandor wesif kir û hêvî xwest encamên wê serdanê xizmeta aramî û berjewendiya Iraqê bike.

Her di vê civînê de behsa rewşa giştî ya Iraqê û pêşhatên dawî kirin û tekezî li ser bihêzkirina karên hevbeş û hemahengiya di navbera aliyan ya ji bo derbaskirina astengî û aloziyan û berdewamiya wê rewşa erênî ya ku di proseya siyasî ya Iraqê de pêk hatiye.

 

Nûçeyên têkildar