Serok Barzanî û Balyozê Tirkiyê li ser peywendiyên abûrî û siyasî axivîn

Bexda-KDP.info- Îro Pêncşema 04.07.2024 li bajarê Bexdayê Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Anil Bura Inan Balyozê Tirkiye li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de herdu alî li ser peywendiyên abûrî û siyasî axivîn.
Di civînê de pêşhatên dawî û rewşa siyasî ya Iraqê behs kirin û Serok Barzanî sedem û armanca serdana xwe ya Bexdayê diyar kir û balkişand li ser wê yekê ku di nav proseya siyasî ya Iraqê de rewşeke erênî pêk hatiye ku dikare bingeheke baş bê ji bo çareserkirina kêşeyan.
Her di vê hevdîtinê de Balyozê Tirkiye li Iraqê ragihand welatê wan piştevanê wê yekê ye ku kêşe û arîşeyên siyasî yên Iraqê bi diyalog û jihevdûtêgihiştinê bên çareserkirin û hîç pêkhateyek neyê îhmalkirin.
Peywendiyên aborî û siyasî yên di navbera Iraqa Federal û Herêma Kurdistanê û Tirkiye mijareke dinê vê hevdîtinê bû.




